Li Çiyayê Nemrûdê sezona turîzmê dest pê kir 

Her sal bi hezaran turîst ji bo gerê berê xwe didin herêma li Kahtayê 

Li Çiyayê Nemrûdê sezona turîzmê dest pê kir 

Li Çiyayê Belikê (nemrûd) yê li kolika Semsûrê sezana turîzmê dest pê kir. Her sal bi hezaran kes ji bo gerê berê xwe didin herêmê. li gorî texmînan wê îsal li gorî salên beriya şewbê gelek zêdetir turîst biçin herêmê. 

Riyên Çiyayê Belikê yê li Kolika Semsûrê piştî 4 mehan hatin paqijkirin. 

Ji ber vê yekê jî li herêma dîrokî sezona turîzmê dest pê kir 

Turîstên ewil, bi kulîlkên sor hatin pêşwazîkirin. 

Li ser çiyê berhemên heyama Qraliyeta Komageneyê hene. 

Her sal bi hezaran kes ji bo dîtina berheman berê xwe didin herêmê. 

Li gorî texmînan wê îsal gelek turîst biçin herêma dîrokî. 

Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîratên Çanda Cîhanê de ye, bi xweza û berhemên xwe bala gelek kesan dikişîne ser xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE