Li Çiyayê Nemrudê ji bo heywanên kovî qut û alif danîn

Nûnerên saziyên civata sivîl ên li Tetwanê ji bo heywanên kovî qut û alif danîn bintara Çiyayê Nemrudê.

Li Çiyayê Nemrudê ji bo heywanên kovî qut û alif danîn

Nûnerên saziyên civata sivîl ên li Tetwanê ji bo heywanên kovî qut û alif danîn bintara Çiyayê Nemrudê.

Nûnerên saziyên civaka sivîl ên li Kalderaya Nemrudê lêkolîn kirin û qut û alif danîn ser rêya heywanên kovî bi kar tînin.

Cengîz Şahînê Nûnerê Bidlîsê yê Platforma Danasîna Turîzmê (TUTAP) diyarkir ku ew ê êdî her tim vê xebatê bikin û wiha pê da çû: "Me bi diruşmeya "qut û alif dayne tebîetê heywan xweyî bibin" va qut û alif danî ser rêya wan. Lewra dema van heywanan xweyî nekin ew ê dakevin nav gund û navçeyan. Ev jî tiştekî xeternak e." 

Ridvan Kokelê Serokê Meclisa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tetwanê jî got, "Ji ber ku saziyan bi hev ra karekî wiha kirin em serfiraz bûn. Me xebat dîsa li xebatên xwe zêde kir."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE