Ekîbên Midûriyeta Şaxa Bingölê ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê pezkoviyên cisnê wan di bin talûkê da ne di van rojên sar û bi berf da ji bîr nekirin alif û xwarin danîn çol û çiyayan.
Ekîbên wezîfedarkirî bi zorê û heft belayî derdikevin serê çiyayên li bajêr alif û xwarinê bo heywanên kovî datînin wan deran.
Çiyayên Şeytan ên 2 hezar metre bilindahiya wan heye û li serê pezkovî dijîn bû rawestgeha ewil a ekîban û wan cihên pezkoviyên nifşa wan di bin talûkê da ye kifş dikin.
Ji roja berfê dest pê kir vir va ekîp vala nasekinin û di bin pêşengiya Midûriyeta Şaxa Bingölê ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê va alif û xwarin bo heywanan datînin serê giran, çol û çiyayan.
Ekîba AAyê hewl û xebata ekîban ku ji bo heywanên kovî didin, derdikevin deverên bilind û alif datînin, qeyd kir.
Serokê Komeleya Nêçîrvanên Bingölê Serkan Elçî diyar kir ku di rojên zor û zehmet ên zivistanê da kar û xebatên bo heywanên kovî tên kirin gelekî girîng in.
Elçî destnîşan kir ku wan bi endamên Midûriyeta Şaxa Bingölê ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ra hevdîtin kirin û ji bo parastina heywanên kovî dest bi xebatê kirin.AA