Li Cizîrê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Li Cizreyê kolan hatin şûştin, li Haburê her wesayît tê dezenfektekirin

Li Cizîrê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Li Cizîrê kuçe û kolan ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî taybet tên şûştin. xebatkarên şaredariya cizîrê solûsyona taybet jî reşand kolanan. herwiha li deriyê sînor ê xaburê jî her wesayîta ku tê tê dezenfektekirin.

Xebatên li dijî vîrûsa koronayê dewam dikin.

Li Cizîrê şaredarî bi şev hemû kolan û kuçeyên bajêr şûştin.

Ji bo pêşiya belavbûna vîrûsê bigire JÎ solûsyoneke taybet hat reşandin.

Tîmên şaredariyê li kargeh û dikanan jî dezenfeksiyonê dikin.

Heman tevdîr li deriyê sînor ê Xaburê jî hene.

Hemû wesayîtên ku tên ber derî an jî diçin tên dezenfektekirin.

Bi taybetî jî ajokarên TİRan tên guhertin.

Li aliyê Tirkiyeyê ajokarên Tirkiyeyî li aliyê İraqê jî ajokarên İraqî TİRan teslîm digirin.

Beriya teslîmgirtina TİRan tîmên li sînor dezenfeksiyonê dikin.

Herwiha tenê di navbera 1ê Adarê û 16ê Nîsanê de nêzî 84 hezar wesayît çûne İraqê û hatine.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE