Li Cizîra Botan zarokên ku diçin kursa quranê di heman demê de hînî çêkirina resman jî bûn. Resmên xwendekaran li navendê, li kuçeyê tên nîşandan.
Miftîtiya Cizîrê, li gel kursa Quranê, 6 mehan kursa resmçêkirinê jî da zarokan.
Hunermendên biçûk vê carê ji bo “Hefteya Mizgeft û Wezîfedarên Dînê” 150 resm çêkirin.
Ew resm li kuçeya hunerê ya Cizîrê tên pêşkêşkirin.
Mamoste û xelkê Cizîrê bi berhemên zarokan serbilind bûn.