Li Karsê, karika bizina kovî ku ji alıyê Kurtuluş Aydemîr li çolê hat dîtin li malê bi bîberonê tê xwedîkirin. Aydemîr dibêje, 3 zarokên min hene û ev karik jî wek zarokê min e.
Kûrtûlûş Aydemîr û malbata xwe beriya mehekê li der dora Kelha Qersê karikeke kovî dîtin.
Aydemîr, ew anî malê û ajala xweşik bi bîberonê xwedî kir.
Aydemîr dibêje, 3 zarokên min hene û ev karika biçûk jî weke zaroka min çaran e.
Malbata Aydemîr vê ajala xweşik ji xwe venaqetîne.
Niştecihên bajêr û tûrîst jî eleqeyê nîşanî karika biçûk a xweşik didin.