Li Çukurcaya navçeya Hekariyê welatî di hawizê nîve olîmpîk de bi soberiyê xwe hênik dikin.
Li ser sînorê Iraqê, li gundê Narliyê (Biyadir) ya ku bi qasî 4 kîlometroyan dûrî navçeyê ye, hawizê nîve olimpîk ya ku sala 2013an ji aliyê hinek karsazan hatibû vekirin û di hundirê wê de kafetêrya û qadên bêhnvedanê jî heye, eleqeyeke mezin dibîne.
Jibilî xelkê Çukurcayê welatî ji Şemzînan û Geverê jî tên navçeyê û heta seatên dereng sûdê ji tesîsê werdigirin.
AA