Li Çukurovayê dirûna genim dest pê kir

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Muhammet Ali Tekin di daxuyaniya xwe ya nivîskî da da bibîrxistin, li Edeneyê li milyonek û 586 hezar û 16 dekar erdî 621 hezar û 724 ton genim tê berhemanîn.

Li Çukurovayê dirûna genim dest pê kir

Tê pêşbînîkirin ku li Edeneyê ji milyonek û 608 hezar dekar zeviyî 778 hezar ton genim were berhemanîn.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Muhammet Ali Tekin di daxuyaniya xwe ya nivîskî da da bibîrxistin, li Edeneyê li milyonek û 586 hezar û 16 dekar erdî 621 hezar û 724 ton genim tê berhemanîn.

Tekin destnîşan kir, par li Tirkiyeyê hilberîna genim li gorî sala çûyî ji sedî 7,9 zêde bû û derket 20,5 tonî, Edene bi qasî ji sedî 3,8ê vê rekolteyê va li Tirkiyeyê bû bajarê 6emîn ê di berhemanîna genim da.

Tekin her wisa da bibîrxistin ku par li Tirkiyeyê dirûna genim 17ê Gulanê ewil li navçeya Karataşê dest pê kir û wiha dewam kir:

"Îsal dirûna ewil a genim dîsa li parêzgeha me çêbû. Li zeviyên avî dirûnê 12ê Gulanê dest pê kir. Li parêzgeha me herî zêde berhemanîn bi rêzê va li navçeyên me yên Ceyhan, Sariçam, Xozan, Îmamoglu, Karataş, Karaisali, Yuregir û Yumurtalikê pêk tê. Mîna gelek berhemên din di genim da jî serê kîloyê 10 quriş piştgirî tê dayîn. Piyaseya genim vê gavê bi 2,1 û 2,2 lireyî ye."

Tekin diyar kir ku îsal ew pêşbînî dikin ji milyonek û 608 hezar dekar zeviyî 778 hezar ton genim were berhemanîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE