Li Dêrika Çiyayê Mazî yê Mêrdînê bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê û Navenda Perwerdeya Gel, ji bo cotkaran projeyek hat amadekirin. Bi projeyê cotkar him hînî aşîkirinê, him jî hînî kesaxtina darên fekiyan dibin.
Bi mamosteyên xwe re diçin ber darên fêkiyan. Bi çavê xwe dibînin ku kesaxtin û aşî çawa tên kirin.
Li Dêrika Çiyayê Mazî yê Mêrdînê bi hevkarya Midûriyeta Çandinî û Daristanan û Navenda Perwerdeya Gel ji bo çotkaran projeyek hat amadekirin.
Kursiyer û mamoste bi hev re li Taxa Kaniya Gûzê çûn nav baxçeyekî fêkiyan.
Endezyarê zîraetê li wir kesax û tamandina rast nîşanî kursiyeran da.
Kusiyer dibêjin ku me berê bi usûlên kevin darên fêkiyan digihandin.
Rêvebirên projeyê dibêjin ku wê havînê jî xebatên perwerdeyê dewam bikin.