Êdî fêkî û sebzeyên herêmê derketin. Li Taxa Kaniya Gozê ya, Derîka Mardînê welatî fêkî û sebzeyên xwe yên malê tînin bazara navçeyê û ji xwe re difiroşin.
Her sal di vî wextî de li herêmê sebze û fêkiyên malê derdikevin.
Îsal jî bi germbûna hewayê re bazarên li gelek navçeyan şên bûn.
Welatiyên Taxa Kaniya Gozê ya Derîka navçeya Mardînê jî fêkî û sebzeyên xwe ber hev dikin û li navendê ji xwe re difiroşin.
Li bazara navçeyê ji xiyar, bacanên sor, bacanên reş, heta tirî, ecûr û bexdenûzan gelek sebze û fêkî tên firotin.
Li Derîkê gelek welatî bi vî awayî debara xwe û mala xwe dikin.