Li deşta Mûşê çandiniya zebeşan

Ji Mêrdînê tên, li Deşta Mûşê zebeşan diçînin.

Li deşta Mûşê çandiniya zebeşan

Cotkarên Mêrdînê hatin Mûşê û li deşta Mûşê zebeşan diçînin. Ji ber ku li herêma wan av kêm e û deşta Mûşê bi berekettir e çandiniya xwe li virê dikin.

Li deşta Mûşê dema çandiniya zebeşan e.

Ne tenê cotkarên Mûşî yên Mêrdînî jî berê xwe didin deşta fireh û bi bereket.

Cotkarên ku ji Mêrdînê tên Dêrxasa Mûşê li vir erd kirê dikin û çandiniya zebeş û petîxan dikin.

Cotkar dibêjin li vir av zêdetir, hewa jî hêniktir e lewma tehma zebeş û petîxên deşta Mûşê xweş e.

Çav li rê ne heta dawiya meha Tebaxê zebeş çêbin û ji bo firotinê amade bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE