Li Deşta Mûşê koça çûkan

Deşta Mûşê ji ber ku cihekî avî ye û ji aliyê gîha û nebatan va dewlemend e, gelek cureyên çûkan xwe didinê. Lê çûkên destê ji ber sermayê hêdî hêdî koçî herêmên germ dikin û koça wan dîmenên rengîn derdixin holê. 

Li  Deşta Mûşê koça çûkan

Deşta Mûşê ji ber ku cihekî avî ye û ji aliyê gîha û nebatan va dewlemend e, gelek cureyên çûkan xwe didinê. Lê çûkên destê ji ber sermayê hêdî hêdî koçî herêmên germ dikin û koça wan dîmenên rengîn derdixin holê.  

Li Deşta Mûşê ku ji rêgehên koçê yên herî girîng ên Tirkiyeyê ye, çavdêrên siruştê û welatî eleqeyeke mezin nîşanî koça çûkan didin.

Ekîba çavdêrên sehayê ya Komeleya Siruştê ya Qulinga Rehwanê (Telli Turna) ji bo ku cureyên çûkan ên ku biharê tên û payîzê koç dikin tesbît bike 6 sal e li Deşta Mûşê dixebite.

Serokê Komeleya Siruştê ya Qulinga Rehwanê Kasim Avcî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew wek ekîba çavdêrên siruştê mehek e her serê sibehê diçin Deşta Mûşê û rêwîtiya çûkan temaşe dikin.

Avcî diyar kir ku qismekî çûkan koçî rojhilatê, qismekî wan koçî başûr dikin û wiha dewam kir: "Me li Deşta Mûşê 37 cure çûk tesbît kirin û ew qeyd kirin. Em ê van agahiyan têxin pirtûk. Em analîza cureyan dikin. Ji herêmê ra kîjan cure derbas dibin em wê lêkolîn dikin. Qulinga rehwanê, çûka toyê, masîxwira gewr, masîxwira qerqaş a piçûk, masîxwira qerqaş a mezin, teyrê baz ê gevez, eyloyê çolê, atmece, qûnteşî, pîwiya perstrî, teyrikê keçikan ji hin van cureyan e."

Ji ekîba çavdêrên sehayê Ufuk Bayrak jî got ku ew bi salan e li sehayê li ser çûkên Mûşê xebatê dimeşînin.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 09:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE