Êdî wext wextê berfînan e. Ku jê re tê gotin gula bêmiraz jî. Deşta Muşê careke din bi berfînan spî bû.
Berf dihele, gul derdikevin… Gula ku di berfê de jî şîn dibe bindehlokê deşta Muşê rengîn kir.
Li Muşê piştî zivistaneke dijwar niha berf dihele.
Li deştê tevî ku hêj berf neheliyaye jî berfîn şîn bûne.
Deşta bigul, bala gelek kesan kişand.Bi dehan kes him ji bo ku gula bibînin him jî wêneyan bikişînin berê xwe da deşta Muşê.
Hêj li çiyayên Muşê berf heye lê hêdî hêdî li deştê bihar xwe nîşan dide.