Li devera çiyayî ya Licê çalakiya meşê

Li devera çiyayî ya Licê ku ji terorê hat safîkirin çalakiya meşê hat lidarxistin.

Li devera çiyayî ya Licê çalakiya meşê

Piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê li devera çiyayî ya Licê hizûr çêbû û herêm li benda keşifkirinê ye ku siruşthez berê xwe bidinê.

Li herêmê Şikeftên Bîrkleynê 15 kîlomêtre dûrî navçeyê ne û ser rêya Diyarbekir û Bîngolê, li texma Abaliyê ne. Li ser dîwarên şikeftan şiklên nepixî û nivîstekên mixî hene ku Qralên Asûrê Tiglat-Pileserê I. û Salman Nassarê III. wekî nîşaneya desthilatdariya xwe dane çêkirin. 

Şaredariya Bajarê Mezin li herêma şikeftan çalakiya meşê li dar xist.

Walî Munîr Karaloglu, Serokê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Ersan Başar, Serokê Federasyona Şikeftvaniyê Bulent Genç, Parlamenterên AK Partiyê Mehdî Eker û Ebubekir Bal, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin, ji bajarên cuda werzişvanên amator û profesyonel li ser erazî meşiyan.

Karaloglu û kesên pê ra li nav şikeftan geriyan. Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Eker û Koroya Muzîkê ya Lîseya Hunerên Bedew li vê derê strana "Ay Dilberê" bi Kurdî got û Karaloglu jî bi wan ra got. 

Walî Karaloglu daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew keşifkirina Diyarbekirê didomînin.

Karaloglu got, "Mixabin ev 40 sal e perdeyek kişandine ser dewlemendiyên çandî, dîrokî û bedewiyên siruştî yên Diyarbekirê." û daxuyand bi hatina hizûr û ewlehiyê va ew hewl didin ku van nirxên bajêr derxin holê  û têxin xizmeta hemû mirovahiyê.

Parlamenterê AK Partiyê Mehdî Eker jî daxuyand, di encama têkoşîna ku bi terorê ra hat dayîn da li bajêr hizûr çêbû û wiha dewam kir, "Xweşikahiyên Diyarbekirê ji ber terorê demeke dirêj hema bêje dabûn jibîrkirin. Di salên dawîn da di encama têkoşîna ku bi rêxistinên terorê FETO û PKKyê ra hat dayîn da hizûr çêbû û êdî xweşikahiyên Diyarbekirê yek û yek tê keşifkirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE