Li dibistanê “fêkîfiroşa dirustiyê”

“Kesek li ber tune, em fêkiyan hildidin û perê xwe datînin wir”

Li dibistanê “fêkîfiroşa dirustiyê”

Xwendekarên Mêrdînî, di çarçoveya piştgiriya hevalên xwe yên sêwî de li dibistanê standeke fêkiyan vekirin. Xwendekar danûstendina xwe bi xwe dikin. Perê xwe jî dixin qumbereya li ser dezgeyê.

Navê dezgeha wan “Mêwefiroşa Dirustiyê” ye.

Dezgeha sêv, mûz, pirteqal û hirmiyan li benda mişteriyên xwe ye…

Lê ev der ne manaw e ne jî bazar e, li Midyadê dibistanek e.

Xwendekar di çarçoveya perwerdeya nirx û edetan de ji bo piştgiriya hevalên xwe yên sêwî fêkiyan difroşin.

Li ser dezgeha fêkiyan tu wezîfedar jî tune, xwendekar pereyê tiştên ku dikirin dixin qumbereyê.

Bi vî awayî zarokên li dibistanê xwişk û birayên xwe yên sêwî ji bîr nakin û ji wan re dibin piştgir.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE