Li Îdirê berhevkirina mişmişan dest pê kir

Li Îdirê berhevkirina mişmişan dest pê kir

Ji hêla Walîtiya Îdirê û Midûriya Çandinî û Daristanê va bi bernameya "Rojên Danasîna Mişmişa Îdirê" berhevkirina mişmişan dest pê kir. 

Bernameya ku li gundê Kullukê li baxçeyekî mişmişan hat lidarxistin bi sekna rêzdariyê û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.

Waliyê Îdirê û Wekîlê Şaredar Huseyîn Engin Sariîbrahîm di axaftina xwe ya li çalakiyê da got ku bi çalakiyên sportîf û çandî yên cuda va li her derê Tirkiyeyê mişmişên Îdirê dinasînin. Sariîbrahîm got bila heyama berhevkirinê bi xîr be û got ku "Em li bendê ne ku îsal li Îdirê ji hilberîna mişmişan kêm zêde 700 milyon pere bi dest bixin. Xwedê yeka hemû cotkarên me yên ked dane bike hezar, debra wan bi xêr û bereket bike."

Bername bi rapêşiya zarokan a der barê mişmişan da dewam kir û di bernameyê da pêşbaziya herî lez xwarina mişmişan hat kirin û dîmenên rengîn derketin holê. Walî Sariîbrahîm û endamên protokolê xelat dan hilberînerên herî baş ên mişmişan. Bername bi gera pêşangeha wêneyan a bi mijara Mişmişên Îdirê xilas bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE