Li bajarê Îdirê yê herî rojhilatê Tirkiyeyê ye wêne û dîmenên Girên Keskesorê bi dronê va hatin kişandin.
Girên Keskesorê yên curbicur li navçeya Qulpê ne û bi rengên xwe yên kesk, qehweyî, zer, binevşî û spî va balê dikşînin.
Ji ber van dîmenên xwe li herêmê ji hêla turîzmê va di nav wan cihên navdar da cih digirin.
Gir li kêleka rêbejaya Îdir-Qers û Erziromê ne, lê kesên tên Qers, Erdexan û Agiriyê jî ji bo dîtina wan tên Îdirê.
Ekîba AAyê wêne û dîmenên van girên ku her demsal ji hev xweşiktir in kişand.