Li Diyarbakirê 6. fuara pirtûkan

Kitêbên Kurdî li benda xwendekarên xwe ne ...

Li Diyarbakirê 6. fuara pirtûkan

Hesret dawî bû û li Diyarbekirê piştî 4 salan 6.êmîn fuara pirtûkân vebû. 142 weşanxane û 250 nivîskar beşdarî çalakiya edebiyatê bûn. Xwendekar û gel berê xwe dan fuara kitêban. Li ser dezgehan pirtûkên kurdî jî pir bal kişandin.

Diyarbekir bajarê nivîskar û şaîra ye, li mixabin ji ber pirsgirêkên ewlehiyê ev 4 sal in ku fuar a edebiyata nedihat kirin.

Bi hevkariya TUYAP, Walîtî, Şaredarî û Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê 6emîn Fuara Pirtûkan deriyê xwe ji gelê Amedê re vekir.

Fuar bi beşdariya 142 weşanxaneyan vebû. 250 Niviskarên navdar beşdarî çalakiya edebiyatê bûn.

Di fuara Pirtûkan da; panel, helbestxwendin, gotûbêj, semîner, pêşangeh û rojên îmzeyê wê bi tevahî 60 çalakiyên çandî hebin.

Di fuarê de pirtûkên Kurdî jî cihekî girîng digirin. Kitêbên ku nû hatine çapkirin di fuarê de li benda xwendekarên xwe ne.

Nivîskarê Ermen Migirdiç Margosyan mêvanê rûmetê yê fuarê ye. Di fuarê de bi 100 hezaran pirtûk hene û ji her warî kitêb tên peydekirin.

Kitêbên ku nû hatine çapkirin di fuarê da hatin nasandin. Nivîskar Seid Veroj jî ferhenga ku bi 8 peyiva amade kir da nasandin.

Fuara Pirtûkan wê heta roja yekşemê vekirî be. Xelk dikarin bi otobusên şaredariyê bêpere werin Navenda Kongreyê ku Fuar lê ye.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE