Li Diyarbakirê asîmannasekî balkêş

Ev 27 sal in bi awayekî amator stêrkan dişopîne

Li Diyarbakirê asîmannasekî balkêş

Abdulkadîr Topkaç li Sûra Dîyarbekırê dijî û ev 27 sal in bi awayekî amator bi stêrknasîyê re mijul dibe. Ji ber vê meraqa wî derdorê jê re gotiye ev î dîn e û malbata wî jî dev ji wî berdaye. Topkaç niha bi tezên xwe yên derbarê heyv û stêrknasîyê de ji aliyê gelek kesan ve tê naskirin û di medyaya civakî de jî cîyekî girîng digire.

Astronomê amator Abdulkadîr Topkaç li taxa Elîpaşaya Sûra Amedê di xanîyekî kevn û dîrokî de dijî û li ser derîyê xanî jî şeklên heyv, stêrk, cîhan û stêrka zuhalê hene. Çîroka jiyana Topkaç balkêş e. ew ji ber meraqa xwe ya ji bo feza û stêrknasîyê ji alîyê derdorê ve wek kesekî dîn û dîwane hatiye naskirin û malbata wî jî ew terikandiye.

Topkaç bi salan bi teleskopekê çavdêrîya heyv, stêrk û asîmanan kiriye û di encama vê şopandina heyvê de gihaştiye hin encam û tezên balkêş.

Li gorî Topkaç eleqeya bilindbûn û nizmbûna avê ya med-cezîrê jî bi hereket û quweta heyvê re tune ye û dibêje hewce ye saet jî ber bi alîyê çepê ve were zîvirîn. Di şerê nav Sûrê de teleskopa wî jî tê şikandin û dizîn.

Niha Topkaçê mezûnê dibistana seretayî ku zemanekî nanpêj bû ji alîyê gelek kesan ve tê naskirin, di medyaya civakî de jî rastî eleqeyeke mezin tê. Topkaç xebatên xwe yên ku bi amatorî kirine, niha xêz dike û dê van xebatên xwe weke pirtûk çap bike.

Topkaç li ser tesevvufê jî gelekî serê xwe êşandiye û li gorî fikra wî divê însan pêşî xwe baş nas bike paşê jî guh bide derdorê.

Topkaç bi Nasa’yê re jî têkilî daniye û niha jî dibêje ji Antalyayê ew dawet kirine da ku di rojên pêş me de beşdarî sempozyûmekê bibe.

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE