Li Diyarbakirê çanda damayê

Ji bav û kalên xwe hîn bûne û vê kevneşopîyê didomînin

Li Diyarbakirê çanda damayê

Bi sedsalan e li ser vê axê gelek lîstikên çandî û kevneşopî tên lîstin. Yek ji van lîstikan jî dama ye. Dama, li amed û herêmê wek lîstika bav û kalan tê zanîn û li qehwexaneyan piranî ji alîyê kalan ve tê lîstin.

Lîstika dîrokî dama; ji bav û kalan hat girtin û wek kevneşopîyekê hêj jî Dîyarbekir di serî de li gelek bajarên herêmê tê lîstin.

Li Amedê mirovên kal ji dêvla okey û kaxizên îskambîlê bi lîstika bav û kalan bi damayê dilîzin.

Him ji bo aramî û zeman derbas bibe tê lîstin him jî ji bo hiş û zîrekîya mirovan lîstikeke gelekî bikêr e.

Gelek meraqiyên vê lîstikê jî ji bajarên derdorê jî tên qehwexaneyan û damayê dilîzin.

Li gorî qabîlîyeta kesên ku dilîzin dirêjiya lîstikê jî diguhere.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE