Li Diyarbekirê bi tankeran ji rêncberan re av kişandin

Li Diyarbekirê bi tankeran ji rêncberan re av kişandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi tankeran ji rêncberên taxên Orenkuyu û Guruza Çêrmûkê ra av kişandin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê, ji ber ku avên gundiyan di sir û sermayê da qerimî ye û nikarin heywanên xwe av bidin Midûriya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) çû hewara rêncberan.

Ekîban pêşiyê rêyên girtî yên taxan vekirin û paşê seba 1900 dewar û 60 hezar pez û berxan bi tankeran av kişandin her du taxan.

Ji bo ku rêncber tengasiyê nekişînin, xebat wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE