Li Diyarbekirê cihên ku şêrînayê lê tên çêkirin hatin kontrolkirin

Şaredariya Baxlarê beriya Eyda Remezanê cihên ku şêrînayê lê tên çêkirin kontrol kir.

Li Diyarbekirê cihên ku şêrînayê lê tên çêkirin hatin kontrolkirin

Şaredariya Baxlarê beriya Eyda Remezanê cihên ku şêrînayê lê tên çêkirin kontrol kir.

Tîmên tenduristiya xurek ên girêdayî Midûriya Karên Tenduristiyê yên Şaredariyê piştî fitarê li navçeyê derketin kontrolê.

Tîman lê nihêrin ka cihên ku şêrînayê lê tên çêkirin li gor paqijî û tenduristiyê dixebitin an na.

Kontrola van deran wê heta eydê dewam bike.

Şaredarê Baxlarê Huseyîn Beyoglu got ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tenduristiya gel zêdetir girîng e û got ewê van kontrolan bikin.

Beyoglu spasiya esnafên ku li gor qayde û qanûnê dixebitin kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE