Li Diyarbekirê havînê qedayîfa cemidî eleqeyeke mezin dibîne

Li Diyarbekirê havînê qedayîfa cemidî eleqeyeke mezin dibîne

Li Diyarbekirê qedayîfa cemidî ku tê da rûn û şekir kêm e û şerbeta wê bi şîr tê amadekirin ji ber ku sivik e havînê eleqeyeke mezin dibîne.

Hin dezgeh qedayîfa ku bi fistiq, gûz, tû û penêr bi terzên curbecur tê çêkirin bi "şîrê sar" hazir dikin û didin muşteriyên xwe.

Hevîrê qedayîfê tenik tê vekirin, fistiq dikin navê û piştî ku rûnê malan tê didin dipêjin. Qedayîf di cemedankê da rojekî disekine, hûrikên fistiqê lê wer dikin û peyra ji bona xwarinê amade dibe.

- Qedayîfa cemidî eleqeyeke mezin dibîne

Murat Altunhanê qedayîfa cemidî çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî peqlaweya cemidî em niha jî qedayîfa cemidî çêdikin.

Altunhan diyar kir qedayîfa cemidî havînê merivan hênik dike û got ku muşterî jî eleqeyeke mezin nîşan didin û wiha dewam kir, "Ji ber ku hewa germ bû muşterî tiştên sar dixwin. Ev qedayîf jî eleqeyê dibîne. Li gorî şêraniyên din şekirê wê ji sedî 70 kêm e, loma jî kêfa wan jê ra tê."

Murat Altunhan destnîşan kir xelk havînê herî zêde şêraniyên bi şîr tên çêkirin dixwin û got ku loma jî me qedayîfa cemidî derxist.

Ji muşteriyan Erdal Çolak diyar kir cara ewil qedayîfa cemidî dixwe û got ku di germê da me jî bi malbatî qedayîfa cemidî tercih kir, destê wan sax be, zehf xweş çêbûye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE