Li Diyarbekirê mekanên dîrokî bi berfê xemilîn

Li Diyarbekirê ji duh êvarê vir va li bajêr berf dibare, cîhên dîrokî bi berfê xemilîn.

Li Diyarbekirê mekanên dîrokî bi berfê xemilîn

Li Diyarbekirê ji duh êvarê vir va li bajêr berf dibare, cîhên dîrokî bi berfê xemilîn.

Tîmên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ji bo di hatin û çûyînê da pirsgirêk çênebe li kolanan xoyê reşandin.

Esnafan jî berfa li ber derê kargehên xwe paqij kirin.

Li navçeya Bağlarê hewzên xemlê qeşa girt ji ber wê werdekan di avjeniyê da zehmetî kişand.

Ji ber berfê cihên dîrokî jî bi berfa spî xemilîn.

Di serî da Pireya Dehderî û li cihên dîrokî welatiyan dîmen kişandin.

Ji ber ku dibistan jî hatin tetîlkirin, zarokan li kuçeyan bi gulokên berfê ra lîstin û kêfa berfê derxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE