Li Diyarbekirê projeya "Bajarê Xwe Nas Bike Xwe Bide Nasîn" dest pê kir

Di çarçoveya projeyê da her hefteyê bernameya gerê ew ê were lidarxistin rêberê esnafan bigerînin û der barê herêmên turîstîk da agahiyan bidin esnafan.

Li Diyarbekirê projeya "Bajarê Xwe Nas Bike Xwe Bide Nasîn" dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo esnaf bajêr baş nas bikin û bidin nasîn projeya "Bajarê Xwe Nas Bike Xwe Bide Nasîn" da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê da her hefteyê bernameya gerê ew ê were lidarxistin rêberê esnafan bigerînin û der barê herêmên turîstîk da agahiyan bidin esnafan.

Rêberên Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî esnafên beşdarî bernameyê bûn li Kompleksa Muzeya Îçqeleyê, qada merzalên Hz. Silêman û 27 sahabeyên şehîd lê ne, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Kerwansaray û Muzeya Bajêr a Diyarbekirê gerandin.

Midûra Şaxa Karên Hunerê û Esnafan Solmaz Oktenê got dixwazin tevkariya ji hêla aboriyê bidin esnafên bajêr, esnafan û bajêr derxin asta ku heq dikin.

Oktenê wiha got: "Em bi projeya "Bajarê Xwe Nas Bike Xwe Bide Nasîn" va derketin rê. Me tura xwe ya ewil îro temam kir. Lêbelê turê me yê dewam bikin. Li ser daxwazê em ê esnafên xwe li herêmên dîrokî yên Diyarbekirê bigerînin. Em dixwazin hemû esnafên me beşdar bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE