Li Diyarbekirê yekem sûka organîk hat avakirin. Li gundan fêkî û zerzewatên ku bêyî kîmyevî tên çandin, li vê bazara organîk tên firotan.
Daxwaza li ser xwarinên organîk her ku diçe zêde dibe. Gelê Diyarbekirê êdî salewext dikarin mehsûlên organîk bixwin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û, sûka organîk çêkir.
Bazar li Taxa Dîclekentê, bi merasîmê hat vekirin.
Di nav bazarê de 24 dikan hene. Li vê sûkê her cure fêkî, sebze û mehsûlên xwemalî yên 17 navçeyên Diyarbekirê tên firotin.
Bi saya bazarê, gel wê berhemên organîk bi erzanî karibe bixwe.