Li Diyarbekirê zîpikê li Şırnakê jî mijê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li Diyarbekirê barana ku sibehê zû barî, vegerand zîpikê.
Welatiyên li derva ji zîpika ku nişkêva dayê revîn û xwe dan ber taldeyan.
Li Meydana Dağkapıyê polêsên ku ji ber çalakiyekê peywirdar bûn, mertalên di destê xwe dan ser serê xwe û xwe ji zîpikê parastin.
Li Şırnakê jî mijê tesîreke neyînî li veguhestinê kir.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û welatiyan zehmetî kişand.