Li dora Behra Vanê 230 cure perperik hene

Akademîsyenê Zanîngeha Bitlisê li dora Behra Vanê lêkolînê dike û perperikan qeyd dike

Li dora Behra Vanê 230 cure perperik hene

Li dora gola Vanê bi sedan cure pirpirok/perperik hene. Akademîsyen Oktay Subaşi ku li Zanîngeha Bilîs Erenê mamoste ye; li ser cureyên perperikan xebatek da destpêkirin. Mamoste Subaşi di çarçoveya xebatê de minminîkên taybet ên wanê qeyd dike.

Li seranserê Tirkiyê ji 400î zêdetir cureyên perperikan hene. 230 ji wan li dora Behra Vanê hatine qeydkirin.

Her sal gelek hunermendên fotografê û akademisyen, ji meha Nîsanê heta meha Îlonê derbarê minminîkan de lêkolînan dikin.

Akdemîsyen Zanîngeha Bilîs Erenê Oktay Subaşi, ev 20 sal in li ser perperikan lêkolînan dike.

“Li dora Gola Wanê gelek cureyên taybet ên perperikan hene. Bi salan e ku ez wêneyan digirim û wan qeyd dikim. Li seranserê Tirkiyê ji 400î zêdetir minminîk hene. Piraniya van li dora Behra Vanê dijîn.”

Ji bo ku li dora golê dermanên zîraî zêdetir nayên bikaranîn, ev dewlemendiya perperikan dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE