Li Dêra Surp Xaç a Axtamarayê piştî 3 salan ayîn

Li Dêra Surp Xaç a li Girava Axtamaraya li Gola Wanê ku bi îzna Wezareta Çand û Tûrîzmê salê carekê lê îbadet tê kirin, piştî 3 salan cardin ayîn tê lidarxistin

Li Dêra Surp Xaç a Axtamarayê piştî 3 salan ayîn

Li Dêra Surp Xaç a li Girava Axtamaraya li Gola Wanê ku bi îzna Wezareta Çand û Tûrîzmê salê carekê lê îbadet tê kirin, piştî 3 salan ayîna şeşemîn bi rê va diçe.

Li dêra li Girava Axtamarayê ku di nava sînorê navçeya Kawaşê da dimîne, amadekariyên ayînê kuta bûn.

Gelek kesên ku ji bo beşdariya ayînê ji nava welat û dervayî welat hatin, li Îskeleya Axtamarayê li kelekan siwar bûn û piştî rêwîtiyeke 20 deqîqeyan gihîştin giravê.

Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Parêzgehê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê û hin saziyên civaka sivîl jî stant vekirin û ji bo danasîna bajêr, broşur li mêvanan belav kirin.

Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ku ligel hin peywirdarên dînî hat giravê, bi welatiyan ra sohbet kir, mûm vêxist û dia kir. Ayîna ku ji aliyê Ateşyan va tê birêvabirin, piştî 3 salan cardin dest pê kir.

Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nurî Ersoy jî ji bo ku beşdarî ayînê bibe, hat Girava Axtamarayê.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE