Li Edremîtê çalakiya bo roja jinan

Li Edremitê ji bo 440 jinên ku hatine kuştin 440 çire berdan asîmanê

Li Edremîtê çalakiya bo roja jinan

Li navçeya edremîtê ya Vanê ji bo 440 jinên ku hatine kuştin, 440 çire berdan asîmanê. Di çalakiya şaredariyê de dîmenên rengîn hebûn.

ji bo 440 jinî, 440 çire hatin pêxistin û ber bi asîman ve hatin firandin.

Ev der Edremîta Vanê ye…

Şaredariya Edremîtê ji bo roja jinan çalakiyek li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyê de gelek jin li Kelehê civiyan.

Ji bo 440 jinên ku par hatibûn kuştin dia kirin. Pişt re jî 440 çire vêxistin û berdan jor.

Qeymeqamê Edremîtê Atif Çeçikli jî bi welatiyan re çire vêxist û berda.

Her wiha Çîçeklî got: tu hinceta kuştina jinan nabe û tundiya li ser jinan xiyaneta mirovahî û îslamê ye.

Çalakî bi van dîmenên rengîn qediya.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE