Li Efrînê Kursa asîstaniyê dixtoran

Li Efrînê di warê tenduristiyê de xebatên hêja û girîng tên kirin

Li Efrînê Kursa asîstaniyê dixtoran

Li Efrînê, kursa asîstaniya dixtoriyê hat vekirin.Miduriyeta perwerdê kurs vekir û xwendekar li wir tên perwerdekirin ku li nexweşxaneyên efrînê xizmetê bikin.

Kursa ji bo asîstaniya dixtoran, li lîseya îmam û xetîbê hat vekirin.

Efrîniyên ku berê ev kar kirine lê bawernameya wan a asîstaniyê tune jî karin beşdarî kursê bibin.

Ciwan wê bi nexwaşan re çawa eleqedar bibin û pêwendî deynîn? Di kursê de, ev tê hînkirin.

Niha 100 ciwanên Efrînî di vê kursê de perwerde dibin.

Kursiyer dê piştî perwerdeyê sertîfîkayên xwe bistînîn û li nexweşxaneyên Efrînê dest bi kar bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE