Li Efrînê pêşbirka lîstikên zarokan

Ofîsa Werzîşê pêşbirka lîstikên aqil û hişmendiyê li dar xist 

Li Efrînê pêşbirka lîstikên zarokan

Li Efrînê, ji bo zarokên biçûk pêşbirka lîstikên aqil û hişmendiyê hat lidarxistin. di pêşbirka ofîsa sporê de bi dehan lîstikên aqil hatin lîstin. 110 zarokên di navbera 7 û 14 salî de tevlî pêşbirkê bûn. piştî pêşbirkê him diyarî him jî bawername hatin dayîn. 

Li Efrînê Ofîsa Werzîşê ji bo zarokên bajêr kursên lîstikên aqil û hişmendiyê dide. 

Piştî kursan jî hin caran pêşbirk tên lidarxistin. 

Pêşbirka herî dawî li Salona Sporê ya Efrînê hat lidarxistin. 

110 zarokên di navbera 7 û 14 salî de tevlî pêşbirkê bûn. 

Zarokên biçûk di pêşbirkê de bi lîstikên cuda hatin hemberî hev. 

Rêvebirên Ofîsa Werzîşê dibêjin, em dixwazin zarok bi lîstikên aqil û hişmendiyê zîrektir bibin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE