Li Elazığê dema berhevkirina sêvan e

Tê payîn li bajêr îsal nêzî 20 ton sêv were rakirin...

Li Elazığê dema berhevkirina sêvan e

Li Elazığê demsala berhevkirina sêvan dest pê kir. Li tevahiya bajêr li ser qadeke 17 hezar dekarî sêv tên gihandin. Çav li rê ye ji rekolteya îsal nêzî 20 ton sêv were bidestxistin.

Li Elazığê dema rakirina sêvan e. Sêvên ku wek bodur tên zanîn herî zêde li Elazığê tê gihandin.

Rêveberiya çandinî û daristanan ji bo destpêka rakirina beran bernameyek li dar xist.

Di bernameyê de gelek cotkar hebûn.

Her wiha li bajêr heta niha li ser 17 hezar donim erdî sêv tên gihandin.

Ev yek ji bo debara bajêr hejmareke girîng e.

Ji rekolteya îsal tê payîn 3 hezar ton sêvên bodur, 16 hezar jî sêvên asayî werin rakirin.

‘’Ji bo parastina sêvan li bajêr depoyeke hewaya sar jî hatiye avakirin. Ev cara ewil e li Elazığê tê çêkirin. Ez spasiya hevalan dikim ku depoya sar çêkirine û sêvan li wê derê diparêzin.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE