Li Elazığê dîmenên bizinkoviyan hatin kişandin

Bizinkoviyên ku êdî hejmara wan kêm dibe û piranî li ciyên asê dijîn li Xerabeqayişa gundê Baskîlê hatin dîtin.

Li Elazığê dîmenên bizinkoviyan hatin kişandin

Li Baskîla navçeya Elezîzê dîmenên bizinkoviyan hatin kişandin.

Bizinkoviyên ku êdî hejmara wan kêm dibe û piranî li ciyên asê dijîn li Xerabeqayişa gundê Baskîlê hatin dîtin.

Kesên li derdorê bi têlefonên destan dîmenên bizinkoviyan kişandin.

Ramazan Şenê bizinkoviyan dît got ku gava em bi traktorê diçûn gund me dêna xwe dayê bizinkovî ji zinêr da hatin xwarê û derketin ser rê.

Ramazan Şen diyar kir zû da ye bizinkoviyan nabînin û wiha got, "Ji me ra balkêş bû derdora 20 bizinkovî derketin pêşiya me. Me seh kiribû ku li derdora navçeya Kebanê bizinkovî hatine dîtin, lê li Baskîlê me seh nekiribû ku bizinkovî hatine dîtin. Em cara ewil li herêma xwe bizinkoviyan dibînin. Em kelecanî bûn. Êdî hejmara wan kêm e û koka wan diqele. Hêvî dikim hejmara wan zêde bibe. Em naxwazin nêçîrvan van heywanan bikujin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE