Li Elazığê kirîna silqan dest pê kir

Fabrîkaya şekir wê îsal ji cotkaran 215 hezar ton silqê bikire

Li Elazığê kirîna silqan dest pê kir

Li Elazığê 65emîn kampnayaya kirîna silqan dest pê kir. Fabrîkaya şekir wê îsal 215 hezar ton silqê bikire. Di merasîma vebûnê de wekî her sal dîsa 3 cotkarên ku berê xwe ewil dan fabrîkayê hatin xelatkirin.

Li Elazığê 65emîn Heyama Kirîna Silqan dest pê kir.

Kampanya bi merasîmeke fermî li hewşa fabrîkaya şekir bi merşa neteweyî û xwendina diayan dest pê kir.

Di merasîmê de li gel cotkaran, rayedarên bajêr û xebatkarên fabrîkayê jî hebûn.

Fabrîkaya Elazığê ji cotkaran wê îsal di 116 rojan de, 215 hezar ton silqê bikire.

Di 21ê îlonê de em dest bi kirînê dikin. Em hewl didin ku îsal kampanyaya xwe 116 rojan bidomînin û 215 hezar ton silqê bistînin. Armanca me ev e ku em îsal 28 hezar ton şekir hilberînin.

3 cotkarên ku ewil berê xwe dan fabrîkayê jî hatin xelatkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE