Li Alacakayaya navçeya Elezîzê şivanê keriyê pez dîmenê marê biqasî 3 mêtro dirêj û 30 santîmêtro fireh kişand.
Adil Gulerê li gundê Halkaliyê şivantiyê dike sibehê zû dema ku li çiyê heywanên xwe diçêrand di nav tehtan da marekî dît.
Guler bi telefona xwe ya destan dîmenê marê ku bi qasî 3 mêtro dirêj e û firehiya gewda wî 30 santîmêtro ye kişand û paşê ji wir dûr ket.
Pisporan hişyarî dan ku bi germbûna hewayî ra dibe ku mar gelekî bên dîtin ji ber vê jî divê welatî baldar bin.
AA