Di heyama pandemiyê de eleqeya ji bo sîran gelek zêde bûye. Loma îsal hilberîn jî zêde ye. Li Entabê tenê li ser 35 hezar donim erdî ji sedî 25ê sîrên Türkiyeyê tên hilberîn.
Li herêmê berhevkirina sîran dest pê kir. Li Entabê devera herî mezin a sîran deşta Eraban e.
Li deştê 35 hezar donim erd tenê ji bo sîran hatiye veqetandin.
Li Entabê Sîrên eraban ên tescîlkirî ji sedî 25 sîrên Tirkiyeyê pêk tînin. Cotkar li gorî par îsal zêdetir sîr çandin. Lewra îsal eleqe zêde ye.
Berhevkirina sîran wê heta 50 rojî dewam bike. Piştre wê werin şûştin û bişînin halan.