Xwendekarên dibistana gundê usdakara girêdayî Ercişê, cara ewil hûnera Ebruyê ji nêz ve dîtin û destê xwe dan ensturmanên muzîkê. Di çarçoveya çalakiya navenda ciwaniyê ya Ercişê de zarokan bi coş û kêf stran gotin.
Pêşî li pirtûkxaneyê geriyan..
Piştre çûn salona sporê û li ji xwe re bi topê lîstin.
Navenda Ciwaniyê ya Erdîşa Wanê, xwendekarên dibistanên gundan ezimandin.
Di çarçoveya çalakiyê de xwendekaran cara ewil ji nêz ve çêkirina hunera ebruyê dît û amûrên muzîkê hildan destê xwe.
Her wiha ciwanên dilxwaz ên navendê bi zarokan re eleqedar bûn, bi xwarin û vexwarinan dilê wan xweş kirin.
Dixwazin bi van çalakiyan zarokên gundan tev li xebatên hunerî, zanistî û sporvaniyê bikin.