Li Ercişê venêrîna tevdîrên vîrûsê

Li Ercişê polîsan kargeh û wesayîtên komguhêz kontrol kirin

Li Ercişê venêrîna tevdîrên vîrûsê

Li Ercişa Vanê polîsên trafîk û asayîşê venêrîneke mezin li dar xist. wan tevî wesayîtên komguhêz, kolanên qelebalix û kargeh kontrol kirin, ji bo navbera civakî û maskeyê gel hişyar kir…

Emniyeta Ercişê ji bo tevdîran dest bi venêrîneke berfireh kir.

Otobûs û mînîbûs kontrol kirin, tevdîr bi bîra xwediyên kargehan xistin.

Wezîfedaran li deverên qelebalix jî seba maskeyê gel hişyar kir.

Ji ajokaran re gotin ji bo tevdîrê li gorî qaîdeyan tevbigerin, zahf rêwîyan siwar nekin.

Kesên ku li gorî rêzikan tevnagerin jî ceza xwar.

Li çayxane û deverên rûniştinê jî polîsan welatî hişyar kirin da ku dûrî hev rûnin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE