Li Erdexanê daristana Ovapinarê ya ku derdora wê bi çamên zer va hatiye dorpêçkirin, bi rengên payîzê xemilî.
Daristana ku li ser rêya Erdexan û Goleyê di kîlomêtroya 6em da ye, her demsal xweş e.
Bi hatina payîzê ra dar û ber zer bûn û dîmenên xweş derketin holê.
Endamê Rêvebiriyê yê Yekîtiya Konseyên Bajêr a Tirkiye û Serokê Konseya Bajarê Erdexanê Burak Taştan ji nûçegihanê AAyê ra got ku herêm payîzê xweş dibe û wiha dewam kir, "Vê gavê ev der pir xweş e. Darên Çamê zer bûn û dîmenên pir xweş derketin holê."AA