Li Erdexanê piştî ku dinya germ bû, bi helîna berfê ra û bi barîna baranê va ava Çemê Kûrayê zêde bû û li deştê li ciyê ku çem di ser ra avêt, çalakiya kanoyê hat kirin.
Ji ber ku van dawiyan çem di ser ra avêt, li tanga deştê zevî û mera di bin avê da man.
Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Erdexanê Bilent Akar ji bo ku keysê li rewşê bîne û her wiha rewş bi kêrî danasîna bajêr were, tevî hin welatiyan hat deverê.
Akar digel welatiyan kano kir û diyar kir ku li devera navborî ew havînê golf, zivistanê patena cemedê û biharê jî kano dikin ku ev yek ji bo wan kêfxweşî ye.
Akar got ku ew ji bo piştî Ceyna Remezanê jî plana çalakiyan dikin û wiha got, "Erdexan ji gelek hêlan va xwedî potansiyel e. Ev menzere bi salan e wiha didome. Me jî xwest ku em îsal keysa xwe li firsendê bînin. Piştî eydê ku dorhêl û şertên hewayê wiha dewam bike, em ê ji bo kêfa kanoyê bangî hemû Erdexaniyan bikin."
AA