Li Erdexanê kêfa paraşûtê

Li Erdexanê di çarçoveya "17emîn Mihrîcana Çand û Hingivê" da çalakiya paraşûta berpalê hat li dar xistin.

Li Erdexanê kêfa paraşûtê

Li Erdexanê ji bo nasandina çand û hingivê bajêr "17emîn Mihrîcana Çand û Hingivê" dest pê kir.

Di çarçoveya mihrîcanê da çalakiya paraşûta berpalê hat li dar xistin.

Di mihrîcanê da li Keleha Erdexanê konser çêbûn, govend hatin girtin, paraşût hatin firandin.

Komek derkete li ser Çiyayê Yildizliyê ya ku raqima wê 2 hezar û 500 e û li wir paraşûtên xwe vekirin.

Şaredarê Erdexanê Faruk Koksoy ji rojnamevanan ra daxuyand ew hewl didin mihrîcan her sal geştir bibe.

Koksoy got eleqeya ji bo paraşûta berpalê tê nîşandan wan kêfxweş dike û wiha dewam kir: "Me di bernameya xwe de cih da vê werzişê. Ev werişa ku tê hezkirin di bernameya me da bû rengek."

 

AA

Dîroka nûkirinê: 02 îlon 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE