Lı Erdîşa Wanê di çarçoveya “pifî pasteya min bike” de dixwazên navenda ciwaniyê ya Erdîşê gund bi gund digerin û ji zarokan re pasteyan dibin.
Li Erdişa Wanê ev du sal in projeya “Pifî pasteya min bike” tê birêvebirin.
Dilxwazên Navenda Ciwaniyê ya Erdîşê diçin gundan û pasteyan didin zarokan.
Piştî belavbûna vê projeye êdî welatî jî pasteyên rojbûna xwe didin navendê û dişinin dibistanên li gundan.
Dilxwaz herî dawî çûn gundê Derekentê û bi pasteyê xwendekar kêfxweş kirin.
Ev çalaki li ser medyaya civakî jî tê parve kirin da ku her kes pasteyên xwe ji zarokên gundan re bişîne.