Li Erdîşê tesîra hişkesaliyê li ser keleman jî çêbû

Li Erdîşê tesîra hişkesaliyê li ser keleman jî çêbû

Li Erdîşa navçeya Wanê cotkarên ku keleman datînin, gotin ku ji ber hişkesaliyê xêr û bereketa keleman kêm bû.

Li Erdîşa warê keleman birîna keleman dest pê kir û kelem ji gelek bajaran ra tên şandin.

Ji cotkaran Halît Yegîn diyar kir ku îsal ji ber hişkahiyê xêr û bereketa keleman kêm bû, salên borî seriyek kelem heta 40 kîloyî derdiket, lê îsal heta 25-30 kîloyî kêm bû.

Yegîn daxuyand ku ew kîloya keleman didin lireyekê û wiha dewam kir:

"Em ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê ra bi TIRan kelem dişînin. Îsal ji ber hişkesaliyê me zirar nekir, lê kar jî nekir. Nêzî 30 salî ye ku ez vî karî dikim. Ez ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ra dişînim, di heman demê da min ji Tekirdag, Edirneyê ra jî şandiye. Em ji aliyê karkeran va tengasiyê dikişînin. Ji ber ku baran nabare ji sedî 40-50 em fîre didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE