Li Erdîşê xweşikiya payîzê

Rengên payîzê hemû wênegir anîn navçeyê...

Li Erdîşê xweşikiya payîzê

Erdîşa rengîn di heyama payîzê de rengîntir dibe. Helbet ev yek ji bo wênegiran dibe derfeteke bêhempa. Gir û berên li çolteran, çem û bendên masiyan bala gelek maceraperestan dikişîne.

Erdîşa Wanê ligel çemên xwe yên ku diherikin Behra Wanê, bi xwezaya xwe jî cuda ye.

Di demsala payîzê de ew cudahî zêdetir xwe dide der.

Ev xweşikiya xwezayê bala gelek wênegiran dikişîne.

Ligel germahiya zêde ya demsalê wênegir li navçeya rengîn dest bi girtina wêneyan dikin.

Dîmenên wek kartpostalan dibin bîranîneke mayînde.

Wênegirên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê tên li Erdîşê bîranînan kom dikin û dibin şahidê demsala rengoreng.

Bi taybetî di van serdeman de eleqeya ji bo navçeyê zêde dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE