Li Erzincanê rezên tirî di bin berfê da man

Berfa ku li Erzincan û navçeyên wî li cihên bilind barî tesîr li rezên tirî yên li navçeya Uzumluyê jî kir.

Li Erzincanê rezên tirî di bin berfê da man

Berfa ku li Erzincan û navçeyên wî li cihên bilind barî tesîr li rezên tirî yên li navçeya Uzumluyê jî kir.

Li cihên bilind ên ku lê tiriya Cîmînê ya ku berhema bi tescîl a navçeya Uzumluya ku 25 kîlomêtro dûrî navenda bajêra digihêje hin rez piştî barîna berfî spî xemilîn.

Dêliyên tirî yên ku di heyama kulîlkvekirinê da ne piştî barîna berfê bi xetereya qeşalêxistinê ra rû bi rû ma.

Di tiriya cîmînê ya ku cureyeke tiriyê sifreyan e hember îxtimala qeşalêxistinê di rekolteyê da li benda kêmbûna rekolteyê ne.

Xwediyê rezê tirî Halîl Îbrahîm Ozdemîr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hêviya min ew e ku berfa barî li sebze, mêwe û rezên tirî nexwe. Heke necemidîne dê berhemê da kêmasiyek çênebe û derfeta cotkaran hebe ku berdêla keda xwe hilde. Biqasî 3 saetan gelekî berf barî. Piştî vê berfa ku biqasî 3 saetan dewam kir erd bi 2 santîmêtro berfê hat pêçan. Li cihên bilind dibe ku berf zêdetir be. Bawerim heta niha necemidî dê ji niha pê va jî necemide. Heke îşve jî derbas bibe dê cotkar bikarin berdêla keda xwe hildin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE