Li Erziromê 2 bazên gewr û qertelê teht piştî tedawiyê berdan çolê

Li Erziromê 2 bazên gewr û qertelê teht piştî tedawiyê berdan çolê

Li Erziromê 2 bazên gewr û qertelê teht piştî temambûna tedawî û rehabîlîtasyonê berdan çolê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Erziromê, tedawiya bazên gewr û qertelê teht ên di bin parastinê da temam bû.

Çivîkên dirinde piştî kontrola tenduristiyê ya ku ji hêla beytar Selçuk Albayrak hat kirin, berdan çolê.

Ji aliyekî din va di çarçoveya 4ê Cotmehê Roja Parastina Heywanan Cihanî da ekîbên Amîriya Buroya Parastina Jîngeh Xweza û Heywanan a Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê û personelê Şaredariya Bajarê Mezin û her wiha yê Parqên Neteweyî stargeha ajalan a li bajêr ziyaret kirin.

Beşdarên ekîbê xwarin û av danîn stargegên pişîkan ên li ciyên cuda yên bajêr.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE