Li Erziromê welatiyên ku fitara xwe vedikin, berê xwe didin "çaya semawirê"

Li Erziromê welatiyên ku fitara xwe vedikin, berê xwe didin "çaya semawirê"

Li Erziromê welatî piştî fitarê çaya semawirên wekî qazanan vedixwin.

Li bajêr piştî fitarê xwediyên çayxaneyan li ser kuçe û kolanan semawirên wekî qazanan datînin û agir berdidin êzingên binî da ku ava çaya welatiyan bikelînin. Piştî ku çayê amade dibe û welatî fitara xwe li malên xwe vedikin, berê xwe didin van çayxaneyên ser kuçe û kolanan û bi lîmonê çaya kirtleme vedixwin.

Dirêjahiya semawiran nêzî du mêtreyî ye û bi taybetî tên çêkirin. Ji banga mexrebê ra saetek dimîne, xwediyên çayxaneyan agir berdidin semawiran. Piştî fitarê jî welatî li hev dicivin û çayê vedixwin û sohbet dikin.

Şêniyên bajêr bi hevalên xwe ra dicivin û tên çaya kirtleme vedixwin û heta paşîvê li van deran ji xwe ra xeber didin.

Muammer Ozturkê xwediyê çayxaneyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çanda Erziromê da semawir û çaya kirtleme girîng e.

Ozturkê 58 salî diyar kir ku çaya semawirê di meha remezanê da zêdetir tê vexwarin û wiha dewam kir:

"Welatiyên ku fitara xwe vedikin, berê xwe didin çaya ku di semawirê da li ser agirê êzindan dikele. Bi hevalên xwe ra tên, çayê vedixwin û sohbet dikin. Paşê ji vir diçin nimêja terewîhan. Piştî nimêja terewîhan cardin tên. Heta paşîvê li van deran çayê vedixwin û sohbet dikin."

Ji welatiyan Bişra Atmacayê jî got ku tehma çaya ku li malê tê çêkirin, qasî çaya semawirê ne xweş e.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE