Li Esenyurta Stenbolê fîrmayeke tekstîlê di rojekê de 2 caran hat şelandin.dizan, ewilî qumaşên di depoyê de, paşê jî qaseya pereyan dizîn.
Bi plaqeya sexte hatin.
Ewilî qumaşan paşê jî qaseya pereyan dizîn.
3 dizên bi maskeyan rûyê xwe girtin û çav berdan fîrmayeke tekstîlê.
Derî ji cih kirin û ketin hundir.
Paşê jî qumaşên li fîrmayê bar kirin.
Dizên ku qumaş dizîn, piştî demekê dîsa hatin fîrmayê.
Vê carê jî qaseya pereyan û televîzyona li şirketê dizîn.
Xebatkarên fîrmayê xeber dan polîsan.
Ji bo girtina dizan xebta hat destpêkirin.
Li Bağcılara Stenbolê jî dizî çêbû.
Kesek, ji bo kirîna cil û bergan ket mexazeyê.
Cilek li xwe kir û hat ber qaseyê.
Paşê jî hinceta kişandina pereyan ji mexazeyê derket û reviya.
Polîsan ji bo girtina diz, dest bi xebatê kirin.