Qaymeqamtiya Gurpinara Wanê li navçeyê li feqîran koliya remezanê ya ku tê da xida heye, bela dike.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê da û ji bo meha remezanê Koma Desteka Civakî ya Wefayê ya Qaymeqamtiya Gurpinarê seba malbatên feqîr xebat da destpêkirin ku 600 paketên xidayê li malbatan bela bike.
Bi telîmata Qaymeqamê Gurpinarê Fatîh Sayar koliyên alîkariyê tên amadekirin û ekîb li navçeyê digerin û koliyan teslîmî malbatên feqîr ên ku hatine tesbîtkirin, dikin.
AA